Zivistan e

Kulî-kulî berf dibare

Sivik, nazik, delal û xweș,   

Xiyalȇ min bûne keser

Nav kulya da bedew qerqaș.

 

Firȋn pey hev bihar – havîn

Hatin û çûn bi rewṣ û reng,

Hezar hisret, hezar evîn,

Hezar kilam û hezar deng.

 

Çiqas kulîlk min necinîn?

Çiqas merem man nîvê rê?

Bo evînê wundabûyî,

Rastî bêjim, giryê min tê.

 

Zivistan e, berf dibare,

Kulï-kulï nav porê min,

Șûnda nayên rojên ҫûyȋ,

Șûnda nayên evînê min…


Eskerê Boyîk

Nach oben scrollen