Paletîya Gîhadirûnê

Paletîya Gîhadirûnê Di destpêka biharê de gund hêdî hêdî ji serma û bêdengiya zivistanê difilitin. Berf dihele, avên çeman zêde dibên û erd ber bi germbûnê xwe diguhizîne.  Li çol û zozanan gîhayên teze dertên, dar pel didin, xweza vedije û bihna axa şil li her derê belav dibe. Ji bo gundiyan wateya biharê ne […]

Bihara Seregolê

Bihara Seregolê Bihar yek ji demsalên herî xweş ên salê ye. Ew piştî zivistanê dest pê dike û xweza dîsa zindî dibe. Di zivistanê de hewa sar dibe, dar bêpel dimînin û gelek dever bi berfê têne nixumandin. Lê gava bihar tê, germaya rojê zêde dibe û xweza hêdî hêdî diguhere. Di biharê de dar

Kurmancî Here Gulê

Kurmancî Here Gulê Di asta medyaya sosyalî de çend rûpelên min yên aktîf hene. Wek tê zanîn rûpelîn medyaya sosyalî li ser rêça algorîtmeyan ev bi rê diçe. Di bijarên algorîtmayên min de çand û huner, dîrok, felsefe û her wiha hene. Lê rîtîmên ku jê re dibêjin “pop” yan jî “deep house” ne di

Waxtekî Dunya Tarî Bû

Waxtekî Dunya Tarî Bû Waxtekî dunya tarî bû. Êvar dirêj, şev reş bûn.  Heta salên 70an li ti gundê welat, li Serhedê, her wiha li Seregolan ceryan tunebû. Di ronahîya êvran de çira, lambên qazyaxîyê û lokiz hebûn. Gava ro ji ezmanên Serhedê hêdî hêdî dadikete pişta Qertewînê, gava ezman ji pûrteqalîyê weldigerîya binevşîyê, gava

Çîroka Mîrze Mihemed

Çîroka Mîrze Mihemed Carek ji caran, rihme dê û bavê haziran. Di zemanek qedîm de sê kurên mêrekî hebûne. Navê yê piçûk Mîrze Mihemed bûye. Di ber derê wan de dareke sêvê hebûye. her sal sê heb sêv didaye. Rojek bavê wan ji wan re gotîye, “Vê darê biparêzin, ewê her sal yek sêv bide

Dilvîn Filîtê Xelatek Giranbiha Stand

Dilvîn Filîtê Xelatek Giranbiha Stand Keça Kurd a 15 salî ya ji Qazaxistanê Dilvîn Filîtê li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê serkeftineke mezin bi dest xist. Wergirtina xelatên bi prestîj ên Dilvîn Filîtê yên di pêşbirkên navneteweyî de didome. Vê carê behreyên Dilvîn Filîtê yên muzîkê li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê hatin nirxandin. Dilvîn Filîta 15 salî ya

Tenêtîya Sedsalî û Marquez

Tenêtîya Sedsalî û Marquez Tenêtîya Sedsalî di sala 1967an de weşîyaye û ji alîyê Gabriel Garcîa Marquez ve hatîye nivîsandin. Tê qebûlkirin ku berhemek herî girîng ya edebîyata dunyayê ye. Kurtayî Bajaroka Macondo ji alîyê Josê Arcadîo Buendîa û hevjîna wî  Ûrsula ve ava dibe. Di serî de bajarokek îzole, kerr û tenê ye. Lê

Gundîyên Tolstoy

Gundîyên Tolstoy Di romanên Lev Tolstoy de, profîlên gundîyan him îdealîze dibin him jî bi rastîyên derûnî ve xwe didin der. Her çiqas Tolstoy  arîstokrat be jî mêla wî her lî ser jîyana gundîyatîyê bûye û di berhemên xwe de gundîyan bi awakî saf u xwezayî nîşan daye. Gundîyên Tolstoy gelek cara anegorî bajarî û

Di Wêjeya Devkî de Rola Hespan

Di Wêjeya Devkî de Rola Hespan Di wêjeya devkî û di çîrokan de fîgûrên hespa cîhên zehf bi hêz digrin. Hesp sembolên sereke yên çanda Kurdî ne. Hesp him wek parçeyek ji jîyana rojane him jî wek motîfên ku xwedîyên wateyên zexmin dertên pêş. Di gelek kilaman de navê qehremanan bi hespên wan tê ziman.

Welat Qibla Dil û Can e

Welat Qibla Dil û Can e Di zaroktîya min de gelek kes û kesayet hene ku bandora wan li ser min çêbûne. Min hinek ji wan dîtine, hinek ji wan bihîstine, lê li ser min şop hîştine. Yek ji wan jî Mele Abdurrahman Durre ye. Xelqê Milazgirê ye, li Kêranlixê ji dayîk bûye. Lê gava

Miss Germany Keçikek Kurd e

Miss Germany Keçikek Kurd e Keça Kurd Dua Farisa ku bi eslê xwe ji Qamişloya Rojavayê  ye, wekî Şaciwana Almanyayê (Miss Germany) ya sala 2026an hat hilbijartin. Ev cara yekem e di dîrokê de ku keçeke Kurd a ji Rojavayê dibe Şaciwana Almanyayê. Dua Faris bi nasnava „Roz Mundî“ jî tê naskirin û li ser

Newroz Pîroz Be!

Îro Cejna Newrozê ya 2638emîn e. Cejna Newroz li geli Kurdistanê û li hemû gelên bindest piroz be. Cejna Newroz her sal di 21ê Adarê li Kurdistan û li hemu Rojhilata Navîn tê pîrozkirin. Ev Cejn ji bo Kurdan cejna Azadbûne ye, ji bo gelek gelên aryanî cejneke destpêka salek nû, Cejneke bo dilgeşîya hatina

Nach oben scrollen