Allgemein

Berf Dibare Ser Bavekî

Berf Dibare Ser Bavekî Bavek, di bin berfa dibare de ye. Bawer e ji bihara, ji wexta hatina wan re. Ew bav, bi vî bawerîya xwe ve, li gundé xwe yé ku li hember Qertewîné ye, li ber cama pacera mala xwe, bi kuré xwe re rûniştî ye. Li gundé xwe yé ku di bin […]

Bi Kurtasî Elêonore FOURNIAU

Bi Kurtasî Elêonore FOURNIAU Elêonore Fourniau dibêje: “Rojek li Wanê, ez bi hevalek xwe re diçûm zanîngehê, di rê de şofêrê erebê muzîk vekir û pirsî; ‘hûn hunermanda Fransî ya ku bi Kurdî sitran dibêje nas dikin? ’  Me jê re got; ‘ewê tu dibêjî va li vê erebê de ye.’  “ Ev sahne, Elêonore

Di Hucrek de

Di Hucrek de Dem, ya xeman e. Havîn e. Şev, torînî ya xwe vedijîne. Tarîtî, xwe dinirxîne. Bedewîya hîvé berbiçav dibe. Stérk hey dibriqén, hey ditemirin. Hîv, carna dide der xema xwe.  Carna vedişére ronahîya xwe, carna şewq dide, bextewarîyén piçûk dişîne diné. Tarî, ku xwezaya şevé ye, li ser rûyé diné, wek tabloyek wéne

Kendal, Însan û Ziman

Kendal, Însan û Ziman “Kendalên Kevanên Min” pirtûka yekem ya Zerdo ÖZTÜRK e. Di sala 2010’an de ji nav Weşanên Pêrî çap bûye.Pirtûk bi giştî 96 pûpel e û bi 19 kurteçîroka ve pêk hatî ye. Nivîskar di pêşgotinê de dibêje: “Ez bi nivîsê hisîyam, divê min binvîsîya.” Her wiha em têdigîhîjên ku nivîskar, wek

Gîhadirûn

Gîhadirûn İntab baskê başûr ya Agirî’yê ye. Seregol deşta herî bi bereket ya İntabê ye. Mîrze gundekî di navenda zikê Seregolê ye. Qehremanê mijara  me yê vê nivîsê jî Hesoyê Şerê ye û Heso xelqê Mîrze ye. Hesoyê Şerê, her roj destê sibê, tirpana xwe dida ser milê xwe ji gund derdiket. Diçû dikete sînora,

Sal Hatin Mîna Gavan

Sal Hatin Mîna Gavan Balzac di gotinek xwe de dibê: “Pêşerojê meraq neke, ça hebe wê were. Lê yên ku wê derbas be baş bifikire. Ji ber ku wê qet ji aqilê te derneyê.”  Balzac yek ji wan nivîskaran e ku min bi saya wan ji xwendin û edebîyatê hez kirîye. Gava min “Sosina Li

Bîstek Ji Zivistanê

Bîstek Ji Zivistanê Berf dibare. Ji êvar de hêdî hêdî destpêkirîye, ji şev de dewam kirî ye, va serê sibêye hê nesekinîye. Girên spî û şil yên befê bênavber dibarên tên erdê û ji ber ku navber nade û nedaye meriv dibê qey li hewa de asê maye.  Hoto li kolana Dixtoran berbi qehwexaneya Hiko

Ezîza Dilê Guhdaran: Eznîva Resîd

Ezîza Dilê Guhdaran: Eznîva Resîd Car heye dinya tarî ye, şeve reşk e. Meriv di hemêza reşahîyek bêbinî û bêsînor de winda ye. Car heye çav li çava nakeve, dil mihibê xwe nabîne, rêç ji rêyan diçe, rêwîyan dihêle, xwezî û guman direvin, terka dilpakan dikin. Car heye jîyan şêlû û nedîyar e, ro diçe,

Nach oben scrollen