Selikên Mezopotamyayê

Selikên Mezopotamyayê Kesên li gundan dijiyan, zanin ku berê ji qamûşan selik dihatin çêkirin. Ev selik ji bo parastina nan, ji bo kişandin a tirî, behîv, freng, pîvaz, xiyar û çûna bazarê dihatin bikaranîn. Hineka jî ji bo hembaltîyê bikar dianîn. Ev selik li herêma Mezopotamyayê ku di dîrokê de herî zêde cihêrengê xwe hene lê […]

Hozanê Yezdan û Însana: Homeros

Hozanê Yezdan û Însana Homeros Me cara yekem Homeros ji Yaşar Kemal bihîst. Yaşar Kemal di xeberdanek xwe ya li ser dengbêjan de gotîye, “Evdalê Zeynikê Homerosa Kurda ye.”  Li ser vê gotinê Homeros bala me kişand û em li ser hûr bûn. Gelo kê ye? Di derheqa jîyana wî de agahî zehf hindik e.

Kincê Jinan

Kincên Jinan Her şaristanîyek karekter û şeklê jîyana miletekî afirandîye. Miletên cûda yên ku li ser rûyê Dunê li kêleka hev dijîn xwedîyên cûdahîyên bingehînin. Ev cûdahî bi gelek pergal û taybetîyan ve xwe nîşan dide. Yek ji wan jî cihêrengîya cil û bergan e. Her miletek xwedîyê celebên cihêreng yên lixwekirin, cil û bergan

Dengbêj Miraz: Dengbêjî Hebûna Ziman e

Dengbêj Miraz: Dengbêjî Hebûna Ziman e Li herêma Serhedê ku cihê huner û hunermendan e, dengbêjî cihekî gelek taybet digire. Li hemû bajar, navçe, bajarok û gundên Serhedê tu dikarî rastî dengbêjan bê û ev kes çanda dengbêjiyê li ser pêyan dihêlin. Ji 7 salî heta 70 salî dengbêj hene û hema bibêje li ser

Bazirganê Venedîkê

Bazirganê Venedîkê Bazirganê Venedîkê ya Shakespear bi Kurdî Çapbû. Berhemeke din a giranbuha ya William Shakespeare li wêjeya Kurdî hat zêdekirin. ‘Bazirganê Venedîkê’ jî êdî bi Kurdî ye. ‘Bazirganê Venedîkê’ ya helbestvan, şanoger û nivîskarê mezin ê Îngîlîz William Shakespeare bo Kurdî hat wergerandin. ‘Bazirganê Venedîkê’ ji aliyê nivîskar û wergêr Kawa Nemir ve ji

Destana Hêza Eşqê û Berxwedana Nefsê: Zembîlfiroş

Destana Hêza Eşqê û Berxwedana Nefsê: Zembîlfiroş Destan di dora salên 994an de li Farqînê ku paytexta Dewleta Merwanîyan bûye de qewimîye. Lê ancax piştî 500-600 sedsalan, berê ji alî Feqîyê Teyran, paşê Melayê Batê û Muratxanê Bazîdî ve hatîye nivîsandinê. Ji ber ku Feqîyê Teyran di sedsala 17an de jîyaye, dikare bê gotin ku

Çarşema Sor: Rêzgirtina Hêza Xweda

Çarşema Sor: Rêzgirtina Hêza Xweda Çarşema Sor, cejna Êzdîyan ya herî naskirî ye ku her sal, di yekemîn çarşema meha nîsanê ya li gorî salnama kevin de tê pîrozkirin e. Li gorî baweriya Êzdîyan, Xwedayê alemîn her sal melekekî rê dike rûyê erdê, ji bo ku nebaşiya li nav însanan ji holê rake û başî di nav însanan de belav bibe. Cejna Çarşema

Bi Şaşî û Nebaşîyan ve Şanoyek

Bi Şaşî û Nebaşîyan ve Şanoyek Ez çendek ewil li ser YouTube rastî Şanoya Evdalê Zeynikê hatim. Jîyan û serpêhatîyên Evdal yên sereke weke kurdeçîrokek mûzîkal pêşkeş bûye. Helbet ji bo berfirehîya çand û hunera Kurdî xebat û berhemek gelek biqîmet e. Dîyalogên bi Kurdî, helbest û kilamên dengbêjîyê bi cil û bergên Kurdî yên

Destana Emê Gozê

Destana Emê Gozê Egît û mêrxasek Kurdan, Şîrhelal û mîrê mîran, Gurçikpala û qesasê serê dagirkeran, Xweşmêr û hût behran. Em behsa Emo dikin, Emoyê Gozê, Bra Gozê bêje, min çok danî erdê, Min ji xwe re anî ewladekî xêrê, Bra Kurd pê serbilind bin hetahetayê. Emê Gozê mêrxas û egîdekî Kurdan e, Ji herema

Gerdeniya Amedê Patent Stand

Gerdeniya Amedê Patent Stand Gerdeniya Amedê ya bi gijnîj ku bi zêrê 14 û 22 eyar tê çêkirin wekî mîrata çandî û berhema hunera destî li ser navê Amedê hat tomarkirin. Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê, kanûna paşîn a îsal ji bo qeydkirin û tescîlkirina Gerdeniya Amedê ya bi gijnîj serî li Saziya Patent

Qaçax

Qaçax Navê gundê me Suphan e. Gundek ji gundên li ser  Bazîdê ye. Li gundê me jîyan,  piştî ku ro diçû ava destpêdikir. Ez heyşt salî bûm û tim di heyşt salîya xwe de dimam. Min nedixwest ew zara li ser sînoran mezin bibe… Keķê min qaçaxçî bû, qaçaxçîyek li ser sînoran, nenasê xetê welatan

Hêvî û Heval: Yilmaz Guney

Hêvî û Heval: Yilmaz Guney Di salên 80 yan de li Dutaxê salonek sînemayê hebû. Xwedîyê wê Îsmet bû. Sînema di orta zikê sûka navçê, li hember postexanê bû. Salonek zirav û dirêj bû. Bi zêdeyî havîna vedibû. Di demsalên sar yên zivistanê de hundurê salonê germ nedibû. Sê çar sobê komirê tê de bişxulîyana

Nach oben scrollen