Eğitim Sen Dixebite

Hat ragihandin, li Tirkiyê ji ber serdestiya siyaseta yekperestî, zimanên din di bin pişaftin û pêkutiyên giran de ne. Lewma jî armanc ew e, pirsgirêk û astengiyên zimanê zikmakî şênber û diyar bibin da ku rêbazên çareseriyê bên diyarkirin.

Sekreterê Şaxa Yekem ê Egıtım-Sen a Amedê Selman Sav daxuyand, ew ê bi wê komxebatê aliyên cuda berhev bînin û li ser hemû sedem, pirsgirêk û çareseriyên pişaftina zimanên zikmakî gengeşeyan bikin û pêşniyazan amade bikin. 

Hevserokê Şaxa 2 emîn a Egıtım-Sen a Amedê Serhat Kiliç, li ser komxebeta zimanê zikmakî ku dê di 12 û 13ê Avrêlê de li dar bixin; ragihand ku ew ê ji warên cuda pisporan tevlî bikin û li ser hemû pirsgirêk û astengiyên li pêşiya zimanên ji derveyî Tirkî niqaş bikin.


KANAL8: Sidîq Eren – Cûma Kiliç

Kommentar verfassen

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Nach oben scrollen