Seregol

Seregol: 80 gundê İntabê hene. Ji wan 14 gund ji Seregolê ne. Seregol, herema herî mezin û fireh ya İntabê ye. Sînorê wê, ji İntabê destpêdike te digihîje Milazgir û Panosê. Di nava wê de çemek zirav derbas dibe diçe digihîje Muradê. Çîyayê Qertewîn xemla Seregolê ye, ji sînorê Panosê destpêdike heta Milazgirê diçe. Di binpêşa Qertewînê de Cemalverdi, Qereqûyî, Gundê Elî, Hacîbotî û Hacîusif hene. Xêncî wan, Melehesen, Mîrze, Bedo, Gundê Mihê, Kêsa, Şemê, Xirbesork, Dêrik û Burnubûlax gundê Seregolê ne.

Alayên Hemîdîye di sala 1891an de bi destê Siltanê Osmanî Evdilhemîdê II. ava dibe. Bi giştî ji eşîrên Kurda pêk tê. Lê tê de ji Çerkez, Tirk, Tirkmen û eşîrên Yorukan jî bi kêmhejmerî hene. Ji bo avakirina Alayên Hemîdîyeyan sedemên cûda hene. Yek ji wan û herî girîng li hember erîşa Ûrisa ji bo ku wek sîper were bikaranîn saz dibe.  Zede

Me di beşa yekemîn ya vê gotarê de behsa Alayên Hemîdîye, armanca sazbûna wan, şerê wanê bi Ûris re û di şer de rol û serpêhatîyên Elmecîd Begê kir.

Di vê beşê de emê li ser demajoya sirgûna Elmecîd Begê, hevdîtina wî yê bi Mistefa Kemal re bisenin û di derheqa axirîya emrê wî û wefata wî  de agahîyan bidin.  Zêde

Gava mirov dibeje dengbêj, peyva yekemîn tê hişê mirov ku ew Evdalê Zeynikê ye. Evdalê Zeynikê, hunermendê bi nav û deng ê wêjeya devkî yê Kurd û Kurdistanê wekî Homerosê Kurdan tê nasîn. Di destpêka sala 1800an de li gundê Cemalwêrdî ya girêdayi Dutax ku niha girêdayî Agiriyê ye ji dayîk bûye û di sala 1913an de li gundê Qanciyan a Qereyazîyê jiyana xwe ji dest daye.  Zêde

Wek tê zanîn Wien paytaxta mûzîka klasîk e. Bayê mûzíka klasîk li vê derê rihê meriv sivik dike. Guhdarên xwe hildide li ser ewran tele tel digerîne, di nav dewlemedîya hisîyan de ditevizîne.  Dilê însan geş, serê meriva gêj dike, kêfa mezin û cahila, jin û mêra, xort û xamayan şên û şa dike. Bi taybetî Mozart yek ji wan e û hêjayê pesna ye. Lê Haydn, Schubert, Mahler jî bestekarê herî bi serketî ya vê bajarî ne. Zêde

Weki ku Orhan Hançerlioğlu dibêje, ol, ji bo bextewarîya însana, ji bo temirandina lihevnekirina, ji bo astengîya xirabîya û ji bo têkbirina tirsa mirinê gotin û kelam anîn. Belê, ji wateyên zahîrî yên batinî derxistin. Lê pêka hovîtîyê neanîn. Zêde

Ahmet Aras nivîskarek me ye ku, bi zêdeyî li ser zargotina Kurda û edebîyata me yê devkî yê bi saya dengbêja heta roja îro hatine, dixebite ye. Gelek li pey çîrok û kilama, serpêhatî û jîyana dengbêja ketîye. Jixwe ku behsa dengbêja tê kirin, herema ku cumaeta Kurmanca jê re gotine “gola dengbêja” tê hişê ehlîyan.  Zêde

Nîetzsche dibê “jîyan, jan kêşanî ye, lê di jîyanê de mayîn, di vê janê de ditînayîya wateyan e.” Jixwe jîyan, diyarîyek bilindtir ya zindîya ne.

Bêguman di nav zindîyên ku heta niha hatine zanîn de yên herî biaqil, yên xwedî bîr û bawerî, yên xweyî hêvî û rêwîyên pêşerojê, hosteyên wateyên fizîkî û metafîzîkî, çêkerên çîrokan, qewlên ezmanî û xwezayî, mîmarên şaristanîyan, însan e. Însan him bi xûy him jî bi exlaqê xwe ve xwedîyê hunera bilind û serketî ye.   Zêde

Rastîya Evdalê Zeynikê, Şaşîya Mehmed Uzun

Xwendevanê hêja, heye ku sernavê nivîsê bala te kişandi be. Tu neheq jî nînî. Sernav, du kesên navdar ku di edebîyata me de cîh girtine nîşan dide. Yek ji wan hostayê qedîm û qedir bilind Evdal e, yek ji wan jî niviskarêk me yên naskirî Mehmed Uzun e. Evdal di edebîyata me yê devkî, Mehmed Uzun jî, di wêjeya niviskî de cîh girtin e. Her wiha yek dengbèj e, yek niviskar e. Zêde

Mîtolojîya Sîmûrg û Rêwîtîya BerbixweMîtolojîy Kurda hevparê mîtolojîyên gelê dine ku li ernîgara Kurda de jîyane ye. Ji ber ku Kurd ji xelqek Îranî ne, bi xelqên Îranî yên din re xwedîyê destan û çîrokên hevşêwe ne. Sîmûrg yek ji wan e û di mîtolojîya Persîyan û hin mîtolojîyên Îranî yên din de wek Zumrûdê Anka binav dibe.  Zêde

Serê sala Êzdîyan e. Piştî 13/14 Avrêlê, di çarşema yekem de tê pîrozkirin. Ew roj di malan de xwirek çê dibe, rojek pêşta qurban amade dibe û di sibeha Çarşema Sor de ji alî merivên olê bipîroz dibe. Êzdî bawer dikin ku ew roj Melekè Tawis berjêrî erdê dibe û sala çûyî dinirxîne, komcivînek bi dar dixe, her wiha kar û berên sala pêş saz dike. Zêde

Di Êzdiyatîyê de tav (roj) û hîv pîroz e. Jixwe Şêx Şems tavê, Şêx Assîn jî hîvê sembolîze dike. Gor Êzdiyatîyê ev herd elementên xwezayê ronahîya Xwedê ne. Divê her Êzîdî, ji bo bawarîya Êzdiyatîyê, her Xwedè jibîrbîne û minettarîya xwe pêşkeş bike. Xêncî vî, divê di meha kanûna pêşîn de, salê sê roja rojî bigre. Dîsa divê her Êzdiyek di jîyana xwe de qet nebe carek here Şengala Nûranî bibîne, zîyaret bike. Zêde

Berîya Şêx Adî di cemaeta Êzdîyan de tenê pîr û  mirîd hebû ye. Lê gava ku Şêx Adî tê nav Êzdîya, di sedsala XII pê  ve cimeata Êzdîyan de gelek guherîn çê dibe.  Guhertina heri mezin û girîng şêxtî ye. Şêxtî tê nav cemaetê û şêx dibin mezin û pêşengê cemaetê, her wiha pîr dikevin pey şêxan. Zêde

Navê Fatima Îsa ne tenê li her kurdekî Sovîyêta berê ra nase, lê usa jî li seranser welat belî û hizkirî ye. Eva nava îdî bêtirî 60 salane, ku bi herfên zêrîn di dîroka stranbêjîya kurdî ya gelêrî da hatîye nivîsarê. Tiştekî gelekî balkêş û ecêbe, wekî Fatima Îsa bi saya her tenê straneke xwe ya bi navê «Miho» kete rêza dengbêjên kurde meşûr û di wê cêrgê da cihê xweyî layîq girt. Zêde

Gib hier deine Überschrift ein

Gib hier deine Überschrift ein

Gib hier deine Überschrift ein

Gib hier deine Überschrift ein

Gib hier deine Überschrift ein

Gib hier deine Überschrift ein

Gib hier deine Überschrift ein

Nach oben scrollen