
Bawerîya Ola Êzdîyatîyê
Di Êzdiyatîyê de tav (roj) û hîv pîroz e. Jixwe Şêx Şems tavê, Şêx Assîn jî hîvê sembolîze dike. Gor Êzdiyatîyê ev herd elementên xwezayê ronahîya Xwedê ne. Divê her Êzîdî, ji bo bawarîya Êzdiyatîyê, her Xwedè jibîrbîne û minettarîya xwe pêşkeş bike. Xêncî vî, divê di meha kanûna pêşîn de, salê sê roja rojî bigre. Dîsa divê her Êzdiyek di jîyana xwe de qet nebe carek here Şengala Nûranî bibîne, zîyaret bike.
Emin Akbaş, di pirtûka xwe yê bi navê „Ezidiyatî-1“ de dibêje, kesên Ezdî xwe li ber daxwazên Xwedê berrpirsîyar dibînin. Xwedê ji başî, aştîxwezî, alîkarî ûhwd. hez dike. Her wiha divê meriv xwe ji dizîyê, kuştin û fesadîyê, derewîyê ûhwd biparêze.
Di Ola Êzdîyatîyê de, Misheba Reş û Kitêba Cilwe herd pirtûken pîroz in.
Xwedê: Bê heval û bê şirîk e. Berîya her tiştî Xwedê bû. Ew bê despêk û bê dawî ye. Wî ji ronahîya xwe heft melek sêwirand. Wî Adem Pêxember sêwirand.
Milyaket: Piştî Xwedê, heft milyaket tê ku navê wan di her sê olên semavî de jî derbas dibe. Ev milyaket di diayên Êzidîyan de cîh digrin. Ji heft milyaketa yê sereke û pêşeng Melekê Tawis e.
Xwedê milyaket ji nûra xwe afirand û jîyan da wan. Xwedê di her rojek de milyaketek afirandîye. Ji ber vê hert rojên heftê û heft milyaketin Xwedê hene. Melekê Tawis serwerê milyaketan e.
Melekê Tawis: Melekê yekemìn e. Di ser wì re tek tenê Xwedê bê heval û bê şirîk e. Serekê her heft melekan e. Ew, melekê meleka ne.
Li rûyê erdê çi dibe bi destê Melek Tawis dibe. Yekinî û yektayîya Xwedê, yekem car Melekê Tawis pejirand. Wî Adem û Hewwa fêrî jîyana rojane kir û ji bo ku Adem re zarok bibin û cîhan şên bikin, genim da Adem.
Êzidî her bi navê wî sond dixwin. Ew pîr e, bavê pîran e. Tosinê Reşìd dibê, gor bawerîya Şêx Rustem, destê Îsa yê rastê, sîya destê Melekê Tawis e.
Ji Cemaata Êzdîyan hinekên wek Pîr Silêman vê bawerîyê rast nabînin, gotina Sêx Rustem qebul nakin.
Ji bo Melekê Tawis gelek qewil hene, mînakek ji wan:
Padîşahê min Rebê milyaket e
Rebê her heft surên bi taqet e
Her heft mêrên bi heybet e
Padîşahê min kinyat avakir ji dur û gewher e
Spartibû her heft surên her û her e
Melekê Tawis kire serwer e (www.ezdixane.com)
Xêncî navê Melekê Tawis, navên din yên pîroz jî hene; Şêx Adî, Şêx Şems, Şêxûbekir, Êzdînê Mîr, Şêx Hesen, Şêx Fexredîn, Şêx Sicadîn, Şêx Nasirdîn, Xidir Nebî.
Şêx Adî: Di sala 1075’an de li Gelîyê Bekaa’yê ji dayîk bûye. Tê gotin ku hinek di bin tesîra Gazalî û Geylanî de maye. 1116’an de diçe Mekke’yê zîyaret dike. Paşê tê li Laleşa Nûranî cîwar dibe. Di zivistana 1162’an de li Laleşê diçe ser dilovanîya xwe.
Şêx Adî di Êzdiyatîyê de padişah û siltan e, „heq dar e.“ Ew serokê dîwanê ye. Her pirs di dîwana Wî de tên çareserkirin. Di dîwana Wî de, Şêşims, Şixisin, Şêxûbekir, Şêx Fexredîn, Şêx Sicadîn û Şêx Nasirdîn hene. Evan, bi Şêx Adî ve sîha her heft melekên li ezmanên.
Lê li vê derê, divê em bal bikşînin dubendîyek nav cemaeta Êzdîyan. Di nav Êzdîyan de, di derheqê Şêx Adî de fikrên cihê hene. Mesela gor hinek Êzidîyan Şêx Adî Ereb e û ji Şamê hatîye Laleşê. Her wiha gelek norm û zagonên Îslamî anîye tev li ola Êzdîyatî kirî ye.
Hinek Êzdîyên din jî, her çiqas, bi hatina Şêx Adî ve çêbûna bandora Îslamê ya li ser ola Êzdîyatîyê qebûl bikin jî, Erebbûna wî rast nabînin. Bi wan, bapîrên Şêx Adî xelkê Hekarîyêye û ji zilma xelîfeyên Ebasî revîyane Bekaa’yê. Piştî wexta li koka xwe gerîyaye û hatîye Laleşê.
Di hinek çavkanîyan de xûyaye ku gelek Êzdî bi hatina Şêx Adî ve guhestinên Şêx Adî (hinek Êzdî dibên reform) qebûl nekirine û Şêx Adî jî ji xwe re wek rêber nas nekirine. Ev jî bûye sedema belavbûn û parçebûna Êzidîyan. Her wiha ev problem di dewra Şêx Hesen de çareser dibe. Şêx Hesen norm û regezên ola kevn vedijîne. Li ser vî Êzidî dîsa digihîjin hev û bawerî û hevparîyek yekgirtî ava dikin.
Dîrok
Tosinê Reşid di pirûka xwe a bi navê „Êzdiyatî“ de dibêje, xelqê li Laleşa Nûranî hê di dewrana Berîya Zayînê de Êzdî bûne.
Dîsa di pirûka xwe yê heman de Tosinê Reşîd ji Dr. Xelîlê Cindî referans hildide û dibê, Mîrgeha Dasinîyan ku wê paşê bi navê Mîrgeha Şêxan were naskirin û îro jî Mîrê Êzdixaneyê, mîrê wê mîrgehê tê naskiri, yek ji kevintir mîrgeha Kurdan e. Mîrgeha Dasinîyan heta sala 1236’ê Zayînê berdewam bû ye. Duhok serbajêrê wê bû ye û sînorê wê ji Zaxo û Çîyayê Şengalê digihîje Ava Zê ku nêzikî Hewlerê ye.
Di hin çevkanîyan de tê gotin ku Kurdên Êzidî di navbera salên B.Z. 4 û P.Z. 5’an de gihiştibûne Deryaya Spî.
Lê zayîn û belavbûna ola Îslamê û di navbera salên 637-1246’an de erîşên Ereba yên li ser Kurdan gelek zirar û zîyan dide Êzidîyan. Gelek Kurd bi darê zorê yan ola Îslamê dipejirînin yan jî tên qetilkirin. Ji bo ku ji kuştin û qetlîamê bifilitin gelek Kurd dibin Xaçparêz jî.Tosinê Reşîd dibêje Asûrî, Keldanî û Suryanî berê Êzidî bûne.
Sedsalên XII û XIV, serdemên belavbûn û talanbûna Êzidîyan e. Di van salan de li Kurdistan û Rohilata Enedolê desthilatî ya Moxolan e. Ji xwe oryantalîst û Kurdolog Bazil Nikitin jî di pirtûka xwe de bal dikşîne ser ku bi hatin û îstîlaya Moxolan ve hebûna Kurdan li heremê jar bûye.
Dawîya sedsala XVI, Êzidî li deşta di navbera Amedê û Mûsilê de, li rojavayê Helebê, li Çîyayê Seman dimînin.
Prof. Dr. İlhan Kızılhan dibêje, heta sedsalan XIV’da têkilîyên di navbera Êzîdiyan û Osmanîyan baş bûye. Di van deman de padîşahên Osmanî yên wek Siltan Selîm, Siltan Silêmanê Qanûnî û Siltan Mûrad ê IV. ku mislimanên ortadoks bûn li ser text bûne.
Ev rewş heta sedsala XIX’dan didome. Di sala 1892’an de Siltanê Osmanî Evdilhemîd biryar dide ku hemû Êzîdiyan bike Misliman. Li ser vî, sefera İmparatorîya Osmanî li ser Êzidîyan destpê dike. Di sefera yekemcar de diajon ser Şêxanê. Tosinê Reşid dibêje 400 kes têne kuştin û gelekan hêsîr digrin, her tiştê Êzidîyan wêran û xirab dikin.
Sefera duyemîn ya Osmanîya di sala 1918’an de li ser Şengalê ye. Ji ber ku îmkanên ernîgar yên Şengalê destdar e, Êzidî karibûne xwe ji vê erîşê biparizên.
Piştî sala1923’an ku Komara Tirkîye ava dibe û heta roja îro Êzidî li Tirkîye, İraq û Yekitîya Sovyetan yên berê û li Ewrûpa belavbûyî ne.
Lê em dikarin bêjin ku navenda Ezidîya îro Şengal û Laleşa Nûranî ye ku di nav sînorên Kurdistana Başûr e.
Olên Rojhilata Navîn û Êzdîyatî
Li Rojhilata Navîn, gel û ol her tim di nav hev de ne. Ji ber vî dayîn standinên çandî û olî jî gelekin. Êzdîyatî helbet ji Xaçperezîyê, ji Yahûdîtîyê û ji Mislimanîyê hin norm, qaîde û hêjayîya hilda ye. Wek vî, bandorên olên berîya Îslamê jî li Êzdîyatîyê tesîr kirîye. Ji ber vî gelek zagon û normên Yarsanî û Mîthraî dişibin yên Êzdîyatîyê. Jixwe Zerdeştî di gelek çavkanîyan de xûya dibe ku pêşîya Êzdîyatîyê ye.