
Seremonîyên Sereke yên Peryodîk
Çarşema Sor
Serê sala Êzdîyan e. Piştî 13/14 Avrêlê, di çarşema yekem de tê pîrozkirin. Ew roj di malan de xwirek çê dibe, rojek pêşta qurban amade dibe û di sibeha Çarşema Sor de ji alî merivên olê bipîroz dibe. Êzdî bawer dikin ku ew roj Melekè Tawis berjêrî erdê dibe û sala çûyî dinirxîne, komcivînek bi dar dixe, her wiha kar û berên sala pêş saz dike.
Ji ber van Çarşem rojek pîroz e. Di meha pîroz a Avrêlê de dewat nayên kirin.
Belendan (Belindê)
Merasîmek olê ye. Di hinek herema de yekê Kanûna Pêşîn, di hinek hereme de jî 25’ê Kanûna Pêşîn de tê pîrozkirin. Di Belindê de Êzdî, nan didin feqîr û fiqareyan.
Rojî
Êzidî piştî Îna yekem ya meha Kanûna Pêşîn ji bo xatirê Xwedê rojî digrin. Roja duşemê destpê dike û heta ro diçe ava didome.
Hinek mirîd û koçek, him havînê him jì zivistanê çil roj rojî digrin. Lê rojîya ku Kanûna Pêşîn de sê roj tê girtin mecbûrî ye. Lê li Turkîyeyè û hinek deverên din ev rojî neh roj tê girtin.
Çend Seremonîyên Neperyodîk
Evan wek zewac, mirin, sinnet, bijartina birayê axîretê, transfera statuya feqirîyè û birîna porê zarê kurîn yên yekemcar in.
Seremonîya Birîna Pora
Zarê kurîn heta nebe heft mehî porê wî nayê birînê. Piştî bibe heft, neh yan jî en dereng yanzdeh mehî destûra birîna porê wî tê dayîn. Por ji alî şêx ve tê birîn. Şêx wekî sê biska dibire; biskek li cem şêx dimîne, herd biskên din digihîje dê û bavê. Bi birîna por ve zarok êdî dibe endamê ola Êzdîyatîyê.
Porên keça nayê birîn. Bi gorî salixên Mîr Silêman, birîna porên keça, jin û hurmeta qedexe ye.