
Kurtedîroka Koma Berbangê
Li Komara Azerbaycanê yekemîn koma folklorê ya bi navê ‘Berbang’ di sala 1990î da li ser bingeha Navenda Çanda Kurdî ya ‘Ronahî’ hat damezrandin. Serokê komê Teyfurê Mecîd Kaloyêv bû.Koma folklorê, bi giranî ji kurdên ku di sala 1989an de ji Ermenîstanê koçî Azerbaycanê kiribûn pêk dihat û heta sala 1996an hebûna xwe ya aktîf domand. Di salên paşîn de komê hebûna xwe bi navber berdewam kir.Kom di salên 1990î de gelek caran beşdarî rojên neteweyî yên kurdan, her wiha festîval û konserên li ser asta Azerbaycanê bû.Siyabendê Xelîl, kurê sazbendê navdar Xelîlê Evdile, di avakirin û pêşdebirina komê de roleke mezin lêyist.Xizmetên daholjen (defvan) Îsa Torin, sazbend Seîdê Usiv nayê jibîrkirin.
Reqasên Yekem Ên Koma ‘Berbang’ Wan Kesan Bûn:
- Siyabendê Îsmêyîl Kaloyêv
- Lalezera Semend Şemilova
- Keremê Meçîd Kaloyêv
- Sona Salêh Şemilov
- Siyabendê Salêh Şemilov
- Besê Mecît Kaloyêva
- Knyazê Salêh Şemilov
- Menafê Têmir Kaloyêv
- Klambêja hezkirî a komê Têlliya Teyfûr 9 salî bû.
Seregol