
Tava Rojê Rûyê Minda
Tava rojê rûyê minda
Ez tu car nemam binda
Morîya piştê wekû şive
Bla kes nebe zike pife
Tava rojê rûyê minda
Yek qat serim çil qat binda
Didan mircan sîs û berfin
Lê dinêrim taf terefim
Tava rojê rûye minda
Em rêketin hemî gûnda
Va eşqe ber mesekene
Tu jî palde bla gel bikene
Tavê rojê rûyê minda
Bo rabûnê xwîna min kilda
Gel ranebû tevî hilda
Tûrê pirtukan dîsa milda
Tava rojê rûyê minda
Şeva çûyî bîra minda
Alem dizanî rahman hêzim
Lê welat nebî bo çi bibezim