
Zîndan Sar e
zîndan sar e
zengar in mifte
derî venabin dayê,
lihêfê davêjim ser çavên xwe
diçim rêwîtiya xwe ya zarokatiyê
bêhna te tê li ber tendûrê
bi kincên nîv-arvan tu bangî min dikî
qetek nanê tenûrê rûn dikî
hinek jî hezkirin li nav dikî
destar dizivirîne xwişka min
caran xwey, caran genim
em şeş xwişk û bira şeş dilên piçûk
di hûndirên mêrg û zozanan de
tov dikin kereng, siping û karçînan
milên xwe vedikin em ber bi jêr ve direvin
di nav xwezayê de dikenin û direvin
mifteyên zengar ji nişkav ve dizivirin
dengên hişk xeyalan sar dikin
çavên xwe vedikim ez û dîwarên sar
zîndan sar e
mifte zengar in
bi dengê te yê germ ve xwe dipêçim
da ku nerizim dayê
Ji bo malperê
Silav û hirmet
Muqades