Bilûra mina şîrîn Tu di sariya sibehê û hingûra êvarê de hevalê bêhevalan, destebirayê şivan û dilketiyan î. Dengê te hêstirên dilên xemgiran, silava ji hev veqetiyan, girîn û zarîna dilketiyan tîne bîra min. Bilûra min tu yî, xemrevîna terkeserên dinyayê!
Dengê bilûra min, çiya û zozanên bilind, kaniyên bi gul û rihan dorgirtî, guhê şikeft û serê zinaran guhdarên te ne! Û sira bayê xerbî te di nav pelên darê de digerîne.
Bilûra min,
were emê bi wî çiyayê bilind re bi hewa kevin, û bibin cîranê bayên xurt û hevalê kimtên wan yên bi mij û dûman, û tê de dengê xwe berdin, û zarîna dengê me bikeve nav kortal û geliyan û bêcaniya erdên jêrîn bihejîne; û pêlên ava heftreng ên xemzebaz nalîna me bigehîne deşta Sirûç û Diyarbekrê; û beriya mêrxasên Berazan; û kalîna berxan tev şahîna hespan li me vegerînin.
Bilûra min, binêre û bibihîze! Roj çû ava, stêra êvarê bû geş, kolosên çiyan ên gewr û hewraniyên wan ên sor û zêrîn bûne çûn; û pêlên ava şevê ên reş ketine deşt û newalan heta rûyê gir û kepezan. Di qeraca de kevir piyê şevgera dixapînin û bêdengiya şevê de pêjna lingên mêrxasan tê.
Bilûra min, dengê xwe berde! Dinya, mîna zarokekî berşîr, ket dergûşa xwe; Dengê xwe berde, bilûra min, û jê re bilorîne, xema wê birevîne! Bilûra min tu yî.