Xeyal Bê Sînor in

Xeyal bê sînor in

Hûn ew qas destan bi destbendan girê bidin

Hûnê nikaribin sînorên xeyalan bibînin

Hûn nizanin ku sînorên xeyalan tune ne?

Û ew ên xwedîxeyal

Baskên xwe vedikin

Ji dîwarên ramanên qedexe derdikevin

Ji we

Ji xwe dûrdikevin

Û diçin ber bi çemên zelal yên welatê qedexekirî ve

Bêhna xwe vedidin

Bergehê vedişêrin di çavên xwe de

Bi heval û hogirên xwe re rûdinên

Û çayek vedixwin

Stranên azadiyê dibêjin

Di nav binefşên nû bişkivî de

Behsa xeyalên xwe

Hêviyên xwe dikin

Ji hev û du re

Paşê dibin hespên spî yên bibask

Li pişta şeva şermoke sîwar dibin

Û bê sînor difirin

Ber bi azadiyê ve


Muqades Agirî

Kommentar verfassen

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Nach oben scrollen