Pîlota Bedew ya Boeingê

Heşû Heval 24 salîye û li Brîtanyayê dijî. Lîsansa pîlotîyê ya taybet hildaye û bûye pîlota balafira tîpa Boeingê. Heşû Heval heta niha balafira xwe firandîye 45 welatî.

Serûvena Heşû Heval ya pîlotîyê çar sal ewil destpêkirîye. A niha li companîya herî mezin ya Avrûpayê Ryanairê de xwedîyê tecrûbeya firînê ya 400 seetî ye.

Pîlota xama wiha dibêje:” Ez wekî keçek Kurd zehf serbilindim ku vê karî dikim. Li balafirgehan de ji yên dipirsin re bi serbilindî dibêm ez Kurdim. Gelek kes şaşdibin ku es wek pîlotek Kurd li Brîtanyayê me.”

Heyala Pîlotîyê di 15 Salîyan de Destpêkirîye

Heyala pîlotîyê ya Heşû Heval, di 18 salîya wê de bi pîlotek jin ku bibû mêvanê lîseya wan ve çîk daye.  Wan çaxa ew pîlot 25 salî, pîlota herî civan ya Brîtanî bûye û bûye îlham ji Heşû Heval re.

Heşû Heval  ji Rudawê re xeberdaye û gotîye: “Gava min ew dît, xwezîya min zêdetir bû. Min li ser înternetê di derbarê pîlotîyê de lêkolînan kir û min biryar da ku ezê bibim pîlot. Bavi min piştgirîyek mezin da min. Dîya min carna endîşeyan dikir lê herda jî cesaret dan min.”

Heşû Heval di sala 2021 de sal sal Akademîya Global ya EFTAY xwendîye. Paşê, derbasî Spanyayê bûye û li bajarê Borgoosiyê Akadamîya Fly By Scholl xwendîye.

Li Spanyayê jê xwestine ku bibe perwerdekar lê qebûl nekirîye. Bi armanca ku bibe pîlota balafirên rêwîya, zivirîye Brîtanyayê.

Wek Pîlota Boeingê Li Ezmanan  

İngiltere’ye dönüşünde Ryanair ile çalışma fırsatı yakalayan Heşu, üç ay süren Boeing eğitiminin ardından Boeing 737-800 ve 737-8200 modellerinin pilotu oldu. Bu uçaklar yaklaşık 200 yolcu kapasitesine sahip.

Piştî ku dizvire Brîtanyayê, firseta xebata bi Ryanair ve destdixe û sê meh piştî perwerdahîyê dibe pîlota Boeing yên modelên 737-800 û 737-8200.

Heşû Heval ji Avrûpa û Afrîkaya Bakûr çûye 45 welatan.

 

Kommentar verfassen

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Nach oben scrollen