Hîva Duyemîn Mêvan e

Di van çend hefteyên bihûrî de, we belkî li cîhekî bihîstibe ku erd dê hîvek duyemîn bihewîne. Belê, em niha dikarin piştrast bikin ku erd piştî girtina asteroîd 2024 PT5, nuha bi fermî du hîv hene. 

Roja Yekşemê, 29ê Îlonê, gerstêrka me asteroîda piçûk a bi navê 2024 PT5 girt û ew veguherand hîvokeke demkî. 

Ev bûyera balkêş cara yekem ji hêla stêrnasên Zanîngeha Complutense ya Madrîdê ve hate dîtin. Richard Binzel, stêrnasê Enstîtuya Teknolojiyê ya Massachusetts (MIT), li ser van mêvanên ezmanî hin nêrînên xwe parve kirin. 

Binzel got, „Ev bi hin frekansan diqewimin, lê em kêm caran wan dibînin ji ber ku ew pir piçûk in û pir dijwar têne dîtin.“ Û wiha domand „Tenê di van demên dawî de kapasîteya lêkolîna me gihîştiye wê astê ku wan bi rêkûpêk bibîne.“  

Tîma Zanîngeha Complutense bi teleskopa bi hêz a ku li Sutherland, Afrîkaya Başûr e, di meha Tebaxê de kevirê cîhê piçûk dît. 

Hîvok çi ne? 

Bi rastî piçûk-hîv (hîvok) çi ne, û ew çend caran serdana me dikin?  

Hîvokên mîna 2024 PT5 asteroîdên piçûk in ku gravîta erdê piçekî wan digire û rê dide ku ew li dora gerstêrka me bizivirin berî ku ew bi pêş ve biçin.  

Van xortên piçûk bi gelemperî mîna asteroîdên din li dora rojê digerin, lê gava ku ew têra xwe nêzî erdê dibin, kêşeya meya gravîtasyonê dikare wan bikişîne nav orbitek demkî. 

Ew ji bo demeke dirêj li dora xwe nasekinin – dibe ku ew çend hefte an mehan bizivirin berî ku azad bibin û rêwîtiya xwe li dora rojê bidomînin.  

Zanyar hîvokan bi rastî balkêş dibînin çunkî ew şansê didin me ku em ji nêz ve li tiştên nêzî erdê lêkolîn bikin û bêtir fêr bibin ka pergala me ya rojê çawa dixebite.  

Rêwîtiya 2024 PT5 

Li gorî daneyên pergala Horizons Laboratory Jet Propulsion NASA, mayîna vê hevyokê dê kurt be. 

Girtina demkî demjimêr di 15:54 di EDT di 29ê Îlonê, 2024 de dest pê kir û dê di 11:43 danê sibê EDT di 25ê Mijdara 2024-an de biqede. 

Lewma, ev mêvanê piçûk ji ku derê hat?  

2024 PT5 parek ji kembera asteroîdê Arjuna ye – komek kevirên fezayê yên ku li pey rêyên mîna yên erdê, bi qasî 93 mîlyon kîlometreyan ji rojê dûr in. 

Hin hêmanên kembera asteroîdên Arjuna dikarin bi dûrahiya 2,8 mîlyon kîlometreyî û bi leza kêmtir ji 2,200 mîl di demjimêrekê de nêzî erdê bibin. 

„Asteroîda 2024 PT5 dê weke gerîdeyek tam li dora erdê diyar neke. Hûn dikarin bêjin ku heke satelaytek rastîn mîna kiryarek e ku di hundurê firotgehekê de tiştan dikire, tiştên mîna 2024 PT5 kiryarên pencereyê ne”  

Carlos de la Fuente Marcos, profesor û pisporê hîvokan li Zanîngeha Complutense ji Space.com re rave kir.  

Carlos nivîskarekî gotareke zanistî ye bi navê „Hîvokek du-mehî: 2024 PT5 ji hêla Erdê ve ji Îlonê heta Mijdarê hatî girtin“ ku herî dawî ji hêla Civaka Astronomîkî ya Amerîkî ve di kovara IOPscience de hate weşandin.  


Çavkanî: Earth.com 

               channel8.com

Kommentar verfassen

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Nach oben scrollen