
Şîyarbûn zayîn e
Derengê şevek biharê ye. Ez li malê, li ser kompîtura xwe me. Kompîtura min, dostê minê herî baş ya vê axirîyê ye. Ji ber ku ez çi dibêjim, bêyî ku îtiraz bike, bêyî ku rûyê xwe tirş bike, bêyî ku bêhna min teng bike û min biwestîne, hildide. Nizanim têkilîya we bi kompîturê we re çawa ye, lê otorîteyek min ê zexm li ser a min heye yanî… Ji vî ye ku ez dikarim heta derengê şevê li ser bisekinim.
Ji der ve dengê jînê tê. Dengê peyv û kenên xort û keça, kêf, eşq û şahîyên bajarîyan, muzîk û kelakela dilên beşerîyan. Bihar bi şev û rojên xwe ve bedew e. Ez îro ji xweşî û cazîbeya rojê têr nebûm. Heye ku loma dirêjî nîvê şevê bûme û hê ranezame. Lê ezê hinek paşê rakevim. Li ser nivînê xwe yê nerm bedena xwe raxînim. Berîya ku qapaxên çavên min di bin giranîya xewê de werin girtin, ezê perdeya pencera xwe nîvcîh bikim, li stêrkên ku li ser ezmanên tarî dibriqin û ezman dikin wek qutyek mucewhera binhêrim. Ezê dakevin seyr û seferîyan wan, bi ronahîya wan bixapim, li ser wan bifikirim. Paşê wê hêdî hêdî giranîya xewê, xwe bi çavên min bihisînin. Wê çavên min, bêhemdê min, destê xwe ji stêrka bike. Rihê min, dê bi aramîk bêbinî bikeve nav tunehîyek tarî. Ezê tê de winda bibim, ji xwe biçim. Helbet ev serdestîya xewê ye. Lê ez dibêm alîk ve jî wek mirênê ye, ne wisa?.. Razan wek mirinê ye… Gava meriv radizê, meriv êdî tune ye…
Lê di xwezayê de her tişt bi berevajîya xwe ve heye. Her wiha, madem razan wek mirinê ye, wî çaxî şîyarbûn çima wek zayînê nebe? Ji vî ye ez her sibe ji nû ve vedijêm. Ji nû ve çê dibe rihê min, ji nû ve dem dibe dilê min. Hêvîyên min, bendewarîyên min teze dibin, di serê her siba de…
Di jîyanê de du rê li ber meriv hene. Yan jî wiha bêjim: Du celeb însan heye: Yek dixwaze bibe sermayedar, yek jî dixwaze bibe watedar. A yekem dike ku bibe xwedîyên materyelan, xwdîyê qapîtalan. A duyem dike ku wateyan li jînê bike. Jîyanê bi rengê xwe bixemilîne, meneyên bedew lê bike. Her wiha pêşveçûn û şaristanîya mîrovahîyê jî, her tim li ser pişta a duyem e. Însanîyet û medenîyet bi saya wan bi rê ve diçe.
Ez, bi taybetî di her sibeyên biharan de, dixwazim bibim yek ji wan însanên duyemîn. Ewên ku bi armancên bedew û pîroz, bi hêvîyên rengareng dixwazin jîyanê bixemilînin û bibin xîçek piçûk di dîwarê avahîya medenîyetê de. Ji vî ye di her sibêhên biharan de kelakela dilê min, zelalîya çavên, vejîna rihê min…
Bihar bedew e. Vejîn e. Ji nû ve destpêk e. Bihar zayîn e. HEVKOM di demsalek wiha watedar de dest bi weşanê kirî ye. Başkirî ye, dilê me bi xwe şa kirî ye. Her wiha, wek biharê HEVKOM jî bila bibe destpêkek, bila bibe vejînek, zayînek. Bila di warê edebîyat, dîrok û ger ku bixwaze, di sîyaseta Kurda de bibe heyecanek nû. Bila bibe rengek bedew, bêhn û dengek teze û rûpelên xwe ji herkesî re veke.
Da ku em bikaribin dengê xwe bigîhînin hev, rûpelên dilê xwe ji hev re vekin û dert û kulên ku ji halê dinê tên serê me, bi hev re par bikin. Her wiha ziman û pê re çanda xwe berfireh bikin, pêş ve bibin.
Ji ber ku ziman, bi taybetîyên xwe ve bingeha girîngtir ya çandê ye. Dîsa ziman e ku çanda neteweyi ji neslek distîne, derbasî neslên nû û pêşerojo gelek dike. Bi rastî ziman û çand ji hev venaqetin. Bi gotinek vekîrî, berfirehbûn û mezintira çanda neteweyek bi ziman ve girêdayî ye. Loma divê em, li ser rûpelên HEVKOM’Ê, bikaribin zimanê xwe baş û rast bikarbînin.
Jixwe ziman tiştek nazik e. Li ber nexweşîyan gellek zirav e. Ji bo ziman nexweşî û talûka mezintir, bêguman asîmîlasyon e. Asîmîlasyon, ne tenê li ser ziman, lê ji her alî ve ji bo netewek û çandek dujmin e. Ku di nav çandek mezin de, komek piçûk (wek ku jê re dibêjin çanda binî) hebe û xwedîyê pergelên parastinê nebe, xwe li ser lingê xwe negre, di demek kurt de dihele, diçe. Berê peyvokê xwe winda dike hêdi hêdi. Ger ku dest bi windakirina peyvoka kir, jixwe pê re semantîka xwe jî xirab dike. Destpêka asîmîlasyonê bi vî jî nasene, dor tê li ser fonetîkê disene. Ji ber peyvokên xerîb ketîye nav hevokan, deng jî tevlihev dibe. Mesela zimanek ku fonetîka wî ji qirikê tê, bikeve bin bandora zimanek din, him dengê xwe winda û xirab dike him jî dengê zimanê din, bi awakî rast, bideng nake. Ger ku mînak hewce bike, em dikarim bibêjın ku êdî gundîyê me, mesela nabêjın, “ezê li te bigerim”; dibên “ezê te aramîş bikim”, “ezê beklemîşîya te bikim”, “erebaya xwe çekmîşê saxa bike”, “doxrî ye” ûhwd.. Ji ber vî, êdî tiştek bi navê fonetîk di ziman de namîne. Di dawîyê de jî nexweşî xwe digîhîne gramerê. Jixwe ku gramera zimanek xirab bibe, di holê de ziman jî namîne.
Civakek ku ji alî çand paş ve mabe, bi xwe re ziman jî paş ve dihile. Zimanzan bi vî rewşî dertine merhaleyek wiha: Di demajoya avahîya çandê de, rola herî mezin, ya ziman e. Zimanê teng, çanda teng e; zimanê berfireh, çanda berfireh e. Bêguman ev nêrîna zanîstî him di dîrok, him jî di jiyanê de, tê birastkirin. Hêvî dikim ku HEVKOM, bikaribe li hember talûkek wiha jî bisene.
Belê, wek ku min di serî de jî got, derengê şevek biharê ye. Ez li malê, li ser kompîtura xwe me. Ji der ve dengê jînê tê. Dengê peyv û kenên xort û keça, kêf, eşq û şahîyên bajarîyan, muzîk û kelakela dilên beşerîyan. Pê re xewa min jî tê. Wê çavên min, bêhemdê min, destê min ji we bike. Rihê min, dê bi aramîk bêbinî bikeve nav tunehîyek tarî. Ezê tê de winda bibim, ji xwe ve biçim. Da ku sibê, ji nû ve vejîm. Ji nû ve çêbe rihê min, ji nû ve dem bibe dilê min. Da ku hêvîyên min, bendewarîyên min teze bibin….